Divê Altan medya kurdî bibîne
Ahmet Altan di nivîsa xwe ya rojnama Tarafê de rexnê li Medya Tirkî û Kurdî dike. Dema mirov lê dinêre Altan tiştên rast dinivîsê û kesên ku Altan nas dikin dizanin ku ew gotinên xwe ji baweriyekî dibêje û kesayetek xwedî dilek pakije û di mercên Tirkiye de gelek jî miranî dinivîsîne.
Lê di nivîsa Ahmet Tan ya ku medya kurdî jî rexne dikê de kêmasiyek heye. Medya Kurdî bi tenê ne medya PKK-ê ye. Ji derê medya PKK-ê hinek rojname û malperên din jî hene. Lê Tirkiye kemasiyek mezin ewe ku piraniya wan medya kurdî ya ku bi zimanê kurdî derdikeve taqîp nakin. Ji bo wê jî piraniya caran dema behsa medya Kurdî tê kirin ew medya Kurdî ya ku bi zimanê Tirkî weşanê dikin muxatab tê standin. Piranî jî medya ku di kontrola PKK-ê de ye.
Eger Ahmet Altan û ew nivîskar û rewşenbîrên Tirkan medya Kurdi ya ku bi zimanê kurdî weşanên xwe dikin taqîp bikin, dê ew helwesta kurdên ji derê PKK-ê çêtir têbigihin û wê hingê di nirxandinên xwe yên di derbarê pirsa kurd de objektîf tir bibin.
Nivîskarek wek Ahmet Altan divê medya kurdî ya bi zimanê kurdî bibîne û hewlbide bi awayekî bizanibin ku, ka gelo siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên kurd yên ku kurdî dinivîsînin li himber bûyeran çi helwestê digrin û bîr û baweriyên wan çine. Bawere dê ev yek taybetî di derbarê pirsa kurd de perpektîfa wan berfirehtir bike.
20.07.2010
Dara Bilek