
Biryare proje yasayek pêşkêşî Parlemena bê kirin û têda derfeta kar ji bo welatiyan bi rêya kertê çandinê bê peyda kirin.
Hisên Heme Kerîm Peyvdarê Wezareta Çandinê da zanîn ku çar proje yasa ji aliyê Wezareta Çandinê ve hatine amadekirin û hemû jî girêdayî pêşvebirina kertê çandinê ye li Kurdistanê. Ji ber ku Hikûmet li ser girîngîdana kertê çandinê û zêdekirina dahata kertê çandinê de bi biryare.
Hisên Heme Kerîm eşkerekir ”Yek ji wan proje yasayên ku hatine amadekirin girêdayî peydakirina derfeta kare ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê û em dixwazin bi rêya kertê çandinê derfeta kar ji bo welatiyan bê peydakirin, ji ber ku damezrandin nemaye û pêwîste bi rêya kertên din welatî bibin xwedî kar.