
Hat îdîakirin ku xwendekarên jin yên beşdarî çalakiyên piştî mirina jina Kurd a bi navê Mahsa Emînî bûne, ji alî rejîma Îranê ve ji bo tolhildanê hatine jehirdan.
Tê gotin ku ji meha Mijdarê û vir ve herî kêm 650 xwendekarên jin bi jehrê ketine. Karbidestên Îranî piştrast û gotin, “gelek dosyayên li welêt tên şopandin kirin û tê de hin jinên ciwan ji bo tolhildanê bi jehrê ketine”.
Alîkarê Wezîrê Perwerde yê Îranê Younes Penahî, ragihand ku piştî li bajarê Qumê çend xwendekar bi jehrê ketine, banga ji bo girtina dibistanan bi taybet dibistanên keçan zêde bûye.
JI MIJDARÊ VE KÊMÎ 650 XWENDEKAR HATIN JEHIRDAN
Penahî, da zanîn ku madeyên kîmyewî yên ku xwendekar bi jehrê ketine “çekên kîmyewî” ne û diyar kir ku madeyên di kîmyewî de xwendekar jehrî kirine bi giranî dikarin bên dermankirin. Li bajarên Qum û Burucerdê ji meha Mijdarê û vir ve herî kêm 650 xwendekarên jin bi madeyên kîmyewî jehrî bûne. Tevî ku tu xwendekarek nemiriye jî, bi dehan kes bi giliyê pirsgirêkên bêhnê, gêjbûn û westandinê rakirine nexweşxanê.
Bijîşkekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got: “Ew dixwazin tola xwe ji xwendekarên keç yên ku di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de cîh digirin hilînin”.
Çalakvanekî mafên mirovan bi navê Mesîh Alînejad, ku li New Yorkê dijî, got: Bi baweriya min, ev êrîşên kîmyewî ji bo tolhildanê hewldanek e hewldanek e” . Çalakvanê mafên mirovan, ev kiryar wek “terorîzma biyolojîk” bi nav kir û got ku divê di zûtirîn dem de ev îdîa ji aliyê komîteyek serbixwe ve lê şopandin.