Civak

Gef û zirtan li xelkê dikin

 

Li Koşuyoluya Amedê dest bi rakirina konan kirin. Kesên ku ji erdhejê xilas bûne bertek nîşan dan û gotin, “Bi darê zorê me derdixin”.

Konên AFADê yên ku li hin parkên Amedê hatibûn vedan radikin. Li Parka Koşuyoluyê ku piraniya konan lê hatine rakirin, tenê 5 konên AFADê û konên ku bi keda gel hatine çêkirin mane. Kesên di konan de mane bertek nîşan didin û dibêjin ku ew naxwazin biçin lê dîsa jî mexdûrên erdhejê dişînin malên xwe.

Mexdûrên erdhejê bertekan nîşanî helwesta rayedaran dikin û dibêjin zilmê li me dikin û me dixapînin. Mexdûrên ku xaniyên wan nîvxerabe û derizî ne, ditirsin vegerin xaniyên xwe û dixwazin di bin konan de bijîn. Lê berpirs û rayedar mexdûran mecbûr dikin ku ji bin konan derkevin û têkevin xanîyên xerabe û derzlêketî. 

Mexdûrên ku di erdheja Amedê de di bin konan de dijîn, qîma xwe bi konên bê elektrîk jî tînin û naxwazin jiyana xwe di xaniyên xerabe de berdewam bikin. Ji ber garantîya wan xaniyên xerabe tuneye û her kêlî dikarin wilweşin, dixwazin di konan de bijîn. 

Li gor gotinên mexdûrên Amedî, rayedaran ji wan re dibêjin “hûn bi ku de diçin biçin û li çara serê xwe bigerin, lê divê hûn ji konan derkevin” û zilmek nemirovane li mexdûran dikin.  

 

Back to top button