Polîtîk
HHK: 809 êrîş li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, ji şerê 28ê Sibata 2026an ve, 809 êrîş li ser Herêma Kurdistanê hatine encamdan, di encamê de, 20 sivîl şehîd bûne û bi dehan kes birîndar bûne.
Bazneya Ragihandin û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn jî, di wan êrîşan de 123 kes birîndar bûne, her weha ziyaneke mezin gihişt mal, navend û otombîlên welatiyan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, tevî ku Herêma Kurdistanê ne di nav şer de ye û bêalî ye lê yek ji deverên herî zêde yên ku ziyan dîtine.
Herêma Kurdistanê êrîş şermezar kirin, û bang li Hikûmeta Fedral a Bexdayê kir ku rêkarên cidî bistîne û berpirsên karên terorî siza û dadgeha bike.

