Polîtîk

DEMê nehişt parelementerê wan tevlî panelê bibe..!

Partiya DEMê beşdarbûna endamên xwe di platformên ku HÛDA PAR jî tevlî dibe kiriye sedemk ku wan ji partiyê dûr bêxe. Her platforma ku, HÛDA PAR tevlî dibe li gora zihniyeta DEMê nabê parlementerên wan yan jî endamên wan jî tevlî bibin. Eger tevlî bibin jî ev dibe hêcetek ku wan ji partiyê derêxin.

Ji aliyê Baroya Batmanê ve panelek bi navê “Pêvajoya Aştiyê” hate li darxistin. Parlementerê HÛDA PARê yê Batmanê Serkan Ramanlî lî vê panelê bû. Herweha parlementerê DEMê Cengiz Çandar jî vexawandibûn panelê, lê ji ber ku Ramanli li Panelê de Çandar tevlî panelê nebû.

Serkan Ramanli yê HÜDA PARê û Parlamenterê serbixwe Mustafa Yeneroğlu di panelê de li ser dikê bûn.

Ji berî hilbijartinên şaradariyan, namzetê şaredarê Batmanê yê Partiya DEMê Mehdi Öztüzün ji ber sedemek bi vî awayî ji partiyê hatibû dûrxistin û namzetiya wî ji aliyê DEMê ve hatibû betal kirin.

Yariyek a fotbolê ya Batman Patrol sporê de, Di nava temeşevanên yariyê de Serkan Ramanli û Mehdî Ozturk li gel hev xûyakirin û weneyên wan di medya civakî de hate belav kirin û medyayê de cihek berfireh girt.

Bi vê sedemê jî Mehdî ozturk ji DEMê hate derxistin.

Back to top button