Cîhan

Hezurî: Em helwestên birêz Barzanî bilind dinirxînin

 

Bi minasebeta roja piştevaniya navdewletî li gelê Felestînê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana konsulxaneya Felestînê li Hewlêrê kir û ji aliyê Nezmî Hezurî konsulê Felestînê ve hat pêşwazî kirin.

Di merasima roja piştevaniya navdewletî li gelê Fekestînê, Felah Mistefa bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got:

– Em hatine vir daku di vê rojê de, roja piştevaniya navewletî li gelê Felestînê, careke din piştevanîya xwe ji bo hemû maf û daxwazên gelê Felestînê dupat bikin. Her du gelên Felestînê û Kurdistanê ji mafên wan hatîne bêpar kirin.  Her ji destpêkê gelê Kurdistanê, bi rêya serokatiya xwe ya siyasî, piştevanî li daxwaz û mafên gelê felestînî kiriye. Di cîhana îro de, parastina mafêm mirov  û azadiya gelan du pirenspên sereke yên sîstema nû a cîhanê ne.  Pêwîste li ser hemû gelan û mirovdustan, weke wezîfeya mirovatiyê, piştevaniyê li bidestveanîna mafên rewayên gelê Kurdistan û gelê Felestînê bikin.

Mistefa di berdewamiya peyva xwe de got ku, helwesta serokatiya siyasiya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê li dor pirsa gelê Felestînê zelal û eşkere ye û hertim ew bi pirseke adil zaniye û di hemû qonaxan de piştgirî li mafên Felestînê kiriye.


Nezîmî Hezurî konsulê Felestînê li Hewlêrê di axavtina xwe de, li hember wê hevkarî û alîkariya bi wan re hatiye kirin,  sipasiya seroaktiya herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî sipasiya fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir  û got:

– Hurmeta me ji bo gelê Kurdistanê heye û em helwestên birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bilind dinirxînin ku, di merasima vekirina konsulxaneya Felestînê li Hewlêrê amade bû û hertim hevkarî û piştevaniya me kiriye.

 

Back to top button