Albuma xwe a dawîn zêdetirî 10 mîlyona firot

Albuma stranbêja Îngiliz Adele a bi navê “21”, piştî albumên Linkin Park û Usher, di nav albumên îsal, yên ku zêdetirî 10 mîlyonan firotin dîtin de bû sêyem.  Li gorî daneyên  Nielsen SoundScan, ji sala 1991 an vir ve, di nav albumên ku hejmara firotinên wan 10 mîlyon derbas kirine de albuma Adele bû albuma 21. Berê 20 albuman 10 mîlyon firotin derbas kiribûn û Adele bi albuma xwe a bi navê “21” di rêza 21. de kete lîsteyê.

Stranên di albuma Adele de yên wek “Rolling in the Deep”, Someone Like You” û “Set Fire to the Rain”, sala borî di lîsteyên muzîkê de di rêzên jor de cîh girtibûn. 

Adele, tenê ne bi firotineke zêdetir, bi albuma xwe a “21”, gellek xelatên hêja jî wergirtin. Adele bi albuma “21” di 6 beşan de Grammy û Xelatên Muzîka Amerîka wergirtin. Adele herî dawî, muzîka fîlma James Bond a “Skyfall” jî çêkiribû.

Adele çend meha berê jî bû dayik.   

 

 

Nerîna min :