Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê, Mesrûr barzanî derbarê rewşa ewlekariyê li Iraqê ragihand ku hêzên Pêşmerge ji bona parastina xelk û welatiyan û dagirtina wê valahiya emnî li navçeyên Kurdistanî bi cîh bûne û dê li ser berevanîkirina navçeyê de berdewam bin.
Weke beşek ji şewir kirin bi Serkirdeyên siyasî yên Kurd re bo giftûgo kirin li ser rewşa Iraqê Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî, Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsolosê Berîtanyayê yê li Bexdayê Saimon Collis kir.
Di destpêka hevdîtinê de Konsolosê Berîtanyayê behsa serdana vê dawî da Wiliam Hague bo Iraq û Kurdistanê kir got: “Girîng ewe em fêm bikin ku DAIŞ metirsiye bo Iraq û tevahiya deverê û tekez li ser girîngiya civiyana Parlementoya Iraqê di hefteya pêşiya me de kir bo pêk anîna hikûmeteke tewafoqî li Iraqê.”
Di berdewamiya vê hevdîtina han de behsa boşatiya ewlekarî hate kirin ku di encama êrîşên Terorîstên DAIŞê û reviyana artêşa Iraqê ji hin deveran, hatiye holê.