Cîhan

Hêzên Îranê li Banê kolberekî din qetil kir

Hêzên dewleta Îranê li herêma Banê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê gule li komek kolber reşandin û kolberekî Kurd kujtin.

Li gor nûçeyên Kolbernews, di 9ê Çile de, hêzên dewleta Îranê êrîşî komek Kolberên ji herêma Banê kirin . Hat ragihandin ku Kolberê bi navê Şoreş XERGU (33), di êrîşê de jiyana xwe winda kir. 

Di heman rojê de, Kolberê bi navê Emir Ilahi (25) di encama êrîşa li ser Kermanşanê de birîndar bû.

Li gor agahiyên ku Kolbernewsê belav kiriye, di sala 2023an de li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 32 kolberan jiyana xwe ji dest dane û di encama êrîşan de 261 kolber jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku piraniya kolberan di êrîşên hêzên dewleta Iranê de hatine kujtin an birîndar kirin.

Back to top button