Polîtîk

Hêzên çekdar ên girêdayî rêveberiya nû ya Sûriyeyê derbasî Efrînê bûn

Hat ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî rêveberiya nû ya Sûriyeyê îro derbasî Efrînê bûn. Hêza navborî dê li herêmê dewriyeyeke berfireh pêk bîne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro karwan gihişte Efrînê. Di medyaya civakî de jî dîmenên Kurdên Efrînê ku îhtîmala vekişîna komên çekdar ji herêmê pîroz dikin, derketin.

Hatina hêzên ewlehiyê yên nû bo Efrînê weke “destpêka rêveberiya nû ya Sûriyeyê ku li herêmê kontrol dike” tê nirxandin.

Serokê Rêveberiya Demkî ya Sûriyê Ehmed Şera (Colanî) got ku ew dê vegerandina şêniyên Efrînê yên ku piştî sala 2018an Tirkiye û grûpên çekdar ên wê derbasî Efrînê bûne, neçarî koçberiyê bûne, pêbînin.

Li gorî agahiyan, waliyê ku ji aliyê Enqereyê ve ji bo Efrînê hatiye tayînkirin, li hember radestkirina rêveberiya HTŞ’ê ya di serê meha Çileyê de li ber xwe daye û gotiye, dê di demeke pêş de ev mijar ji nû ve were nirxandin. ‘Daketina Efrînê’ ya şanda HTŞ û hêzên ewlehiyê piştî wê hat ku Colanî yê ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re danûstandinên entegrasyonê di nava dewletê de dimeşîne, rojek berê çûbû Enqereyê û bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiribû.

Back to top button