Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Nûnerê Serokê Rûsyayê civiya

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hetêma Kurdistanê, roja pêncşemê 06.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Mikhail Bogdanov Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û şandeya pê ra kir.

Di civînekê da pêşxistina peywendiyên Rûsya digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, veberhênanên Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Naverat gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên bi Rûsyayê ra û amaje bi hebûn û rola kompaniyên rûsî li Herêma Kurdistanê, bi taybetî di hevkariyên di warê enerjîyê da, kir. Her wiha spasiya Rûsyayê jî kir ku di rojên dijwar da alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Her du alî li ser giringiya parastina aramî û seqamgîriya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da hemfikir bûn û herwiha behsa encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê kirin.

Her wiha piştgiriya xwe ji bo aştî û aramiya Sûriyê nîşan dan û tekezî li ser parastina mafên kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyê kirin. Herwiha tekezî li ser metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyê kirin û tekezî li ser giringiya rêgirtin li vejandina wê kirin.

Her li vê hevdîtinê de behsa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û çendîn mijarên hevbeş hatin kirin.

Back to top button