
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê kir, di civîna navbera wan de jî dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin behskirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (pêncşem, 06.02.2025) pêşwaziya şandeke Rûsyayî bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov kir.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de dîtin û nerîn li ser dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê li hev hatin guhertin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje da pêgeha giring a Herêma Kurdistanê û peywendiyên dostane û dîrokî yên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re, herwesa tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re jî kir.
Mikhail Bogdanov bi awayekî fermî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Moskoyê vexwand. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina peywendiyên dualî tekez kir.
Di tewerekî din ê wê civînê de jî, tekez li ser giringiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hat kirin, ji vî alî ve edilandina qanûna budceya federalî û lihevkirina li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê wekî pêngaveke erênî hat hesibandin.
Pareke din a danûstandinan girêdayî dawî guhertinên rewşa Sûriyeyê bû. Her du alî li ser pêdivîtiya parastina ewlehî û aramî û mafên gelê Kurd û tevaya pêkhateyên Sûriyeyê hevnerîn bûn.