
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê girtina grûpeke terorîstên DAIŞê ragihand.Li gora daxûyaniya Asayişa Kurdistanê, teroristan dixwest hejmarek kiryarên terorîstî li nav bajarê Hewlêrê pêk bînin, û taybet bazarên qelebalix, kesên biyanî û hêzên ewlekariyê bikin armanc.
Di daxûyaniyê de dibêje: Ev grûpa terorîstî ji destpêka îsal ve ji aliyê Emna Giştî ya grûpa terorîstî ya DAIŞê ve hatiye çalakkirin û ji aliyê emîrekî emnî yê naskirî bi Ebû Haris ve ferman bi wan hatiye kirin daku kiryarên terorîstî li nav bajarê Hewlêrê bikin û hewl dane bombeyan derbasî nav bajarê Hewlêrê bikin û bi wan (bombeyan) di nav bajarê Hewlêrê de kiryarên terorîstî pêk bînin û kesên biyanî û emnî bikin armanc.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku; berî pêkanîna kiryarên terorîstî, endamên wê tore li nav bajarê Hewlêrê hatine desteserkirin û plana wan hatiye pûçkirin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: 7 kes ji endamên vê grûpê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Kurdistanê ve hatine girtin, ku navê çar kes ji wan hatine aşkerekirin û wêneyên wan hatine weşandin, lê nav û wêneyên 3 kesên din “ji ber ku kêmtir ji 18 sal temenê wan e.


