PolîtîkRojev

CHP: Em li Hewlêrê bi germî hatin pêşwazîkirin

 Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici diyar kir ku ew li Hewlêrê bi germî hatin pêşwazî kirin û got “Ev wekî Partiya Komarî ya Gel (CHP) yekem serdana me ye, lê piştrast bin ku ew dê nebe serdana me ya dawîn.”

Şadedandeke bi serokatiya Cîgirê Serokê CHPê û Parlamanterê Stenbolê Oguz Kaan Salici îro hate paytexta Herema Kurdistabê Hewlêrê.

Di nav şanda CHPê de Şêwirmendê Serokê Giştê yê Berpirsê polîtîkayên Derve yê CHPê Unal Çevîkoz, Endamê Encumena Partiyê Nevaf Bîlek, Prof. Dr. Mehmet Hasan Eken û Enver Omur Polat cih digrin.

Şanda CHPê di serî de li Selahaddînê bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî û paşê bi Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civîyan.

Piştî hevdîtinê Oguz Kaan Salici ji rojnamevanan re axivî û got “Em pir bi germî hatin pêşwazîkirin. Em bi pêşwazîkirinek wisa germ kêfxweş bûn. Ev wekî Partiya Komarî ya Gel yekem serdana me ye, lê piştrast bin ku ew dê nebe serdana me ya dawîn.”

Salici behsa peywendiyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de kir û wiha got “Hevatliyên me hene, têkiliyên me yên dostaniyê hene, têkiliyên me yên cihê hene, têkiliyên me yên xizmîtiyê hene. Em dixwazin ev pêwendî bibin qonaxek ji bo ku em têkiliyên xwe ber bi nuqteyek çêtir ve bibin. hûn li vê derê aram bin, em jî li Tirkiyê aram bin. Hûn li vê derê dewlemend bibin, em jî li Tirkiyê dewlemend bibin. Ewlehiya me hevpar e, em alîkariya ewlehiya hev bikin. Em gavên ji bo van têkiliyên xizmayetiyê pêşdetir dibin bavêjin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici ji peyamnêrê Rûdawê re ragihand ku hemû mijarên hevpar dikarin bi diyalogê werin gotûbêjkirin.

Oğuz Kaan Salici li ser pirsa “pirsgirêkên di navbera Tirk û Kadan de jî” wiha got “Hemû pirsgirêk, pirsgirêkên di navbera Tirkiyê û Iraq, partiyan de, HDP, PDK û pirsgirêkên heremê jî. Li cihê ku em behsa pirsgirêkên xwe bikin, em behsa pêşeroja welatê xwe bikin baştir e.”

Salici li ser pirsa şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de jî got “Binêrin, dema ku tundî û teror hebe, têkiliyên demokratîk nayên danîn. Ji ber vê yekê divê terorîzm û tundî bisekine daku paşê têkiliyên siyasî û dîplomatîk pêk bînin ku bi hev re diyalog bê danîn. Aliyên cuda dikarin diyalogê bikin. Lê ger çek biaxivin û tundî hebe, diyalog nabe.”

Di heman demê de Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici di derbarê serdana xwe ya Hewlêrê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got “Em li Hewlêrê ne… Em Rêxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn (OBÎT) diaxivin. Ji bo ku rêyên diyalogê bi cîranên xwe re vikirî bihêlin, ji bo ku Rojhilata Navîn aram bibe, em wek Partiya Komarî ya Gel çi ji destê me bê, emê hemû alîkariya bidin.”

Şanda CHPê dê li Hewlêrê bi nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Tevgera Goran û Rêberên Olî yên Êzdiyan re hevdîtin pêk bîne. Piştre şanda CHPê dê li Kerkûkê serdana Eniya Tirkmen ya Iraqê bike.

Back to top button