PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Parlemena Şahnişîna Urdinê kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Abdulmun’im Elodat Serokê Parlemena Şahnişîna Urdinê û şandeke li gel kir ku ji Dr Munteser El’eqle Balyozê Şahnişîna Urdinê li Iraqê û hejmarek Parlementerê Parlemena Şahnişîna Urdinê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serokê Parlemena Urdinê silavên Şah Abdullahê Paşayê Urdinê bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe û welatê xwe ji bo xebat û keda Serok Barzanî û her wiha qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurdistanê li şerê terorê ragihand û tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê eweye ku aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikeve û peywendiyên her du aliyan li ser bingeha dostayetî û berjewendiya hevbeş û aramiya Iraqê berfirehtir bibin. Li dirêjahiya vê civînê de şanda Parlemena Urdinê ewe xisterû ku gelê Urdinê sozeke taybetî ji bo gelê Kurdistanê heye û li êş û doza gelê Kurdistanê bi başî têdigihin.

Her li vê hevdîtinê Serok Barzanî peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê bi dîrokî û dostane û mînakî wesif kir. Her wiha ji bilî balkişandina rola Şah Abdullah li binyatnana aramî û pêşketin û kûrtirkirina dostayetiya di navbera her du alî pêzanînên xwe ji bo helwesta Paşayê Urdinê ya li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê ya li şerê terorîstên Da’îş de hebû.

Gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û berdewamiya gefa terorê li ser aramiya navçeyê mijareke dinê vê civînê bûn.


Back to top button