Civak

Hêzên Amerîka li deverên cihê nakokiyan dimînin

 

Hewlêr – Serfermandeyê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî diyar kir ku dê di demek kin de tanq û balefirên herî nû û pêşketî yên şerî bikevin ber destê Artêşa Iraqê bê ku pişka Herêma Kurdistanê têde be, û tekez kir ku dê hêzên DYA’ê li deverên cihê nakokiyan bimînin.

Babakir Zebari,Babakir Zebari, Iraq Army Chief of StaffBabekir Zêbarî ji AKnewsê re wiha got, “Li gorî tifaqa steratejî ya navbera Bexda û Washingtonê, biryar e dawiya vê mehê tev hêzên şerker yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Iraqê vekêşin û niha hêzên Artêşa Iraqê û yên ser bi Wezareta Hundir a Iraqê amadene rewşa ewlehiya Iraqê bêparêzin”.

Zêbarî wiha pê de çû, “Heya dawiya vê mehê Amerîka dê pitirî 100 bingehên leşkerî radestî hêzên ewlehî ya Iraqê bike û tenê dê 90 bingeh bimînin ku dê ew jî heya dawiya sala 2011’an li Iraqê vekêşin”.

Roja duşemiyê Serokê DYA’ê Barack Omaba diyar kiribû ku zêdebarê pêkneanîna hikûmta nû ya Iraqê û alozbûna rewşa ewlehiyê dê hêzên welatê wî di dema diyarkirî ya xwe de li Iraqê vekêşin.

Zêbarî derbarê xurtkirina Artêşa Iraqê wiha got, “Bi meram pir çek kirina artêşê dê di nêz de 140 tanqên yên ji curê Atlantîk wekî dewr bikevinber destê Artêşa Iraqê û berê jî efser û leşkerên Iraqê rahênan bo F16 û balefiran li ser çawaniya bikaranîna wan kirine û dikarin bi hêsanî  bvikar bînin”.

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê li wan çekan Zêbarî wiha daxuyand, “Ji ber pirsgirêkên di navbera Wezareta Pêşmerge a Kurdistanê û Wezareta berevanî ya Iraqê, Hikûmeta Iraqê çi cure çekan bi hêzên pêşmerge nade û heya pirsgirêka han neyê çareser kirina hikûmet çekan bo Kurdistanê naşîne”.

Derbarê zêdebûna kiryarên terorîstî ji hêla rêxistina El-qaîde Zêbarî wiha got, “Rêxistina El-qaîde û çekdarên terorist di rewşeke herî lawaz de ne, her çend kiryarên biçûk pêktînin, lê ew nayê rama wê ku hêzên Artêşa Iraqê şiyana parastina ewlehiyê nînin”.

Di dawiya axaftina xwe de bo AKnewsê Zêbarî wiha ragihand, “Amerîka dê harî dawiyê hêzên xwe li deverên cihê nakokiyan di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekêşe, ku dikevin nav xala 140’ê, ji ber ku ew dever giringin û heya pirsgirêka wan çareser nabe Amerîka hêzên xwe venakêşe”.

(AKnews)

Back to top button