Ergin: Vetokirina hinek generalan rast e
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
Wezîrê Dad yê Tirkiye Sadullah Ergin di derbarê civîna konseya bilind ya leşkerî de daxûyaniyek da û got ku, civîna konseyê bi tamamî li gora hukuka heyî çêbûye û tu ne hukukiyet tuneye. Di civînên konseyê de, ji bo cihên vale dibin teklîf tênê kirin, lê serokwezîr yan jî serokkomar dive van teklifan qebûl bikin da ku bibe qanûn. Eger ew teklifên dibin nepejirînin çênabe. Di encam de hinek teklîf hatine kirin lê serokwezîr ew di rê de nedîtine û serokkomar nepejirandine.
Gerek ev yek wek krîzek di nav dewletê de neyê nirxandin. Li ser hinek madeyên destûrî, dibê ku hinek kes şiroveyên cuda bikin. Niha wezîrê parastinê, serokwezîr û serokkomar beşek yê vê prosesêne. Dîtinên wan hene û biryara wa bi xwe heye. Ew li gora destûrê mafên xwe kar tînin. Dema hinek tişt ne li gora hinek daxwaziyan bin, nabe ku mirov di cih de wan tiştan ne qanûnî qebûl bike. Di civîna konseyê de û di prosesa civînê de û di biryara de tiştek ne li gora destûrê nehatiye kirin.
Di qanûna me de tê kifşkirin ku, leşkerek, di pêvajoya dadgehkirinê de tawanbar be , nebe nayê bilind kirin. Minkine hinek normên ku leşker li gora xwe dinirxînin serokwezîr cuda binirxîne. Lê hemi di çerçova kanûnê de tê kirin.