Heyetên Rûsya û DYA sibe li Stenbolê bicivin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan ragihand ku şandeyên Rûsya û DYA’yê dê sibê li Stenbolê bicivin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov der barê mijarê de daxuyanî da û got, “Dê xebatên vekirina balyozxaneyan bên gotûbêjkirin.”
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ragihand ku DYA û Rûsya ji bo hevdîtinên aştiyê yên Ukraynayê di 27’ê Sibatê de li Stenbolê bicivin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got, şandên Rûsya û Amerîka dê roja Pêncşemê li Stenbolê bicivin û çawaniya ji nû veavakirina nûneratiyên xwe yên dîplomatîk gotûbêj bikin.
Moskow ji dema ku nûnerê berê, Anatoly Antonov, Cotmeha borî dest ji posta xwe berda, balyozek li Washingtonê nemaye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio got ku tîmên bilind dê kar bikin ku nûnertiyên dîplomatîk ên welatan li Washington û Moskowê ji nû ve ava bikin wekî beşek ji danûstandinan ji bo bidawîkirina aloziya li Ukraynayê.