Polîtîk

Heyetek berfireh a DEMê serdana Îmralî dike

Serlêdana heyeta DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ya li Wezareta Edaletê hat qebûlkirin. Şanda Partiya DEMê dê sibê (27ê Sibatê) biçe Girava Îmraliyê. Hate zanîn ku heyet vê carê dê ji 7 kesan pêk were.

Berdevka DEM’ê Ayşegul Dogan diyar kir ku ji bo cara sêyemîn biçin Girava Îmraliyê serlêdan li Wezareta Dadê hatiye kirin. Hat ragihandin ku Wezaretê di heman rojê de serlêdana Partiya DEM’ê pejirand û wê serdan sibê pêk were.

Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan berê jî di nav şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê de cih girtibûn. Vê carê Ahmet Turk, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol jî di lîsteya serlêdanê de cih digirin.

Piştî civîn bi dawî bû, şanda Îmraliyê dê 28ê Sibatê roja Înê li Enqerê civîneke çapemeniyê li dar bixe û derbarê hevdîtinê de zanyariyên berfireh bidin.

Back to top button