Heyeta PAKê seredana PAK'a Rojhilatê Kurdistanê kir
Endamê Bireveberiya Navendî ya PAKê rêzdar Orhan Kaya û endamên Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê rêzdaran Abdullah Kahramaner û Abdi Işık Îro(24.02.2015) li Başûrê Kurdistanê, li Kerkûkê seredana Partîya Azadîya Kurdistanê ya Rojhilatê (PAK-Rojhilat) kirin.
Heyeta PAKê ji alîyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAK(Rojhilat) rêzdar Huseyîn Yezdanpena, Berpirsê Peywendîyan rêzdar Rizgar Abbaszade, rêzdar Abdullah Nesrî endamê Meclîsa Giştî ve hate pêşewazî kirin.
PAK-Rojhilat di cepheya Kerkûkê û Mûsilê de li dijî DAIŞê di nav şer de ye. Hayata PAKê di qada şerî de , di cehpeya kerkûkê de seredana PAKê(Rojhilat) kir.
Di hevdîtinê de, herdu aliyan di derbarê Tirkiyê, Îranê û Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê de bîr û rayên xwe yên siyasî bilêv kirin , malûmatên heyî parve kirin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAK(Rojhilat) rêzdar Huseyîn Yezdanpena pîrozbahiya PAKê kir.Û bal kişand grîngîya xebatên siyasî yên yên Kurdistanî yên li Tirkîyê û li Bakurê Kurdistanê têne meşandin.
Rêzdar Huseyîn Yezdanpena, behsa xebatên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê û şerê xwe yê li dijî DAIŞê kir û got, ‘’Di vê merhaleyê de wek PAK-Rojhilatê em li Rojhilatê Kurdistanê şerê çekdarî nameşînin. Lê xebatên nehênî yên siyasî em birêve dibin.’’
Endamê Bireveberiya Navendî ya PAKê Orhan Kaya jî , behsa xebatên PAKê kir û di derbarê bîr û ray û bernmameya PAKê de agahdarî da heyeta PAK(Rojhilat). Herweha rêzdar Orhan Kaya piştgirîya xwe ya jibo birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bilêv kir.
Hevdîtina heyeta PAKê û ya PAK(Rojhilat) di atmosfereke germ, welatperwerane û dostane de derbas bû. Herdu alî jî gîhaştin wê qeneetê ku, divê têkiliyên herdu partîyan di asteka bilind de û bi awawyekî berfireh berdewam bibe.24.02.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê