Polîtîk

Pêşmerge rêya serekî nevbera Rojava û Şingalê girt

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rêya serekî ya navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin, bi vê serkeftinê jî rêya veguhestina çekan di navbera her du aliyan de li pêş çekdarên DAIŞlê hat girtin.


Kontrolkirina rêya serekî ya Şingal-Rojavayê Kurdistanê piştî wê yekê hat ku, Pêşmergeyên Kurdistanê 10 gundên wê navçeyê ji dest çekdarên DAIŞê derixstine.


Azadkirina wan gundan û kontrolkirina rêya serekî ya Şingal-Rojavayê Kurdistanê, rê li pêş azakirina Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê xweş dike.


Ji aliyek din ve Hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd navçeya bermaber Şingalê li Rojavayê Kurdistanê, proseta paqijkirina her du aliyên sînor ji çekdarên DAIŞê destpêkirin.


Di heman operasyonê de, şervanên Kurd û Hêzên Pêşmerge karîn du gundên Rojavayê Kurdistanê ji dest çekdarên DAIŞê azad bikin.


Azadkirina wan her du gundan piştî wê yekê hat ku, Hêzên Pêşmerge û firokeyên hevpeymanan pêgehên çekdarên DAIŞê li her du gundên Rojava topbaran û bombebaran kiribûn.

Back to top button