Civak

Heyeta  PAKê li Amedê Seredana DTSOyê kır

Heyeteke PAKê ya ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk , Cîhgirê  Serokê Giştî yê PAKê  Vahît Aba, endamê Meclîsa PAKê Husnu Onûk, rêvebirên PAKê îsmaîl  Edîş û Îsmaîl Pamûkçû pêk hatî, roja 25.10.2022yê, li Amedê seredana DTSOyê(Odeya Tîcaretê û Sanayîyê ya Dîyarbekirê) kir.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Cîhgirê Serokê DTSOyê Erdal Avşar, endama Komîteya Birêvebir a DTSOyê Seda Berakatoglu pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk  ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta  DTSOyê kir û  serok û rêveberîya nû ya DTSOyê pîroz kir.

Mustafa Ozçelîk xebatên DTSOyê bi awayekî erênî nirxand, piştgirîya xwe pêşkêşî rêveberîya nû ya DTSOyê kir û serkeftin ji wan ra xwest.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û ji ber vê serdanê spasîya heyeta PAKê kir.

Heyetên PAKê û DTSOyê di derbarê rewş û pêvajoya heyî da bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Hevdîtina   Heyeta  PAKê û DTSOyê di atmosfereke dostane da derbas bû.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk  û heyeta PAKê berîya hevdîtina li gel  Mehmet Kaya û rêvbirên DTSOyê, Seroka Meclîsa DTSOyê Nevîn Îl jî pîroz kirin û serkeftin jê ra xwestin. Nevîn Îl ê jî spasîya heyeta PAKê kir.

26.10.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button