PolîtîkRojev

Heyeta Îmralî serdana başûrê Kurdistanê dike..!

Şanda DEM Partiyê ku li Îmraliyê bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re 2 caran hevdîtin kir, têkiliyên xwe didomînin.

Heyet di dawiya vê hefteyê de wê biçe başûrê Kurdistanê.

Partiya DEMê da zanîn ku dê di şandê de Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û rêveberên partiyê jî cih bigirin.

Şanda han dê roja yekşemî 16ê Sibatê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Barzanî bicive.

Tê çaverêkirin ku şanda han roja duşemê 17ê Sibatê li bajarê Silêmaniyê bi Bafil Talebanî û Qubat Talebanî re bicive.

Di hevdîtinên şandeya DEM’ê de wê hûrgiliyên hevdîtinên li Îmraliyê bên parvekirin û der barê pêvajoyê de nêrînên eleqedar bên girtin.

Tê payîn ku piştî van serdanan heyet cara sêyemîn biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Piştî wê hevdîtinê dê hemû çav berbi banga ku Abdullah Ocalan dê bike.

Back to top button