Heyeta CHPê serdana Colemêrgê dike

Berdevkê CHPê Denîz Yucel der barê rojeva Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya li navenda partiya xwe de daxuyanî da.
Yucel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê da û got, “Vîna welatiyên me yên di 31’ê Adarê de di sindoqan de cih girt, di gelek mijaran de ji hikûmetê re peyam şand. Yek ji van jî tayînkirina qeyûman bû. Em ji tayînkirina qeyûm danê sibehê ji bo Şaredariya Colemêrgê fêm dikin ku hîn jî hikûmet van peyaman fêm nake.
Bêguman em li gel îradeya gelê Colemêrgêne û li dijî zîhniyeta qeyumê ne.
Di civîna me ya MYK’ê de ev mijar hat nîqaşkirin û bi tayînkirina MYK’ê re em ê sibê bi Alîkara Serokê Giştî Zelîha Aksaz Şahbaz, Wekîlê Antalyayê Cavît Arî û Wekîlê Bursayê Kayıhan Pala re biçin Colemêrgê. “Em ê li ser vê pêkanîna antîdemokratîk lêkolîn û têkiliyan bikin û ji raya giştî re ragihînin.”


