Polîtîk

Hewramî: Kurdistan bi qaçaxî patrolê bo derve naşîne

Aştî Hewramî wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê, ew nûçeyên ku behsa bi qaçax şandina petrola xav ji herêma Kurdistan bo Îranê dikin, ret kir.

Aştî Hewramî ji AKnewsê re wiha got, “Bi tu awayekê petrola xav ji herêma Kurdistanê bo Îranê nehatiye şandin, ewa ku diçe berhemên petrolê ne ku li herêma Kurdistanê zêde ne û bi riya şîrketan ve piştî wergirtina gumrikê û rezamendiyê tên şandin”.

Rojnameya “New York Times” di hejmara 8’ê ya vê mehê de di raporek taybet de belav kiriye ku rojane berdewam û bê haydariya hikûmeta Navendî ya Iraqê, bi hezaran tankerên petrolê ber bi sinorên Îranê ve diçin ku ew şikandina yasayên dorpêçên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li dijî Îranê ne.

Hewramî wiha pê de çû, “Ew berhemên petrol û benzînê ku li herêmê zêde ne şîrket li gorî rezamendiyê bi aşkera dibin derê û dahatê wê bo herêma Kurdistanê ye”.

Hewramî axaftina xwe wiha domand, “Ew petrola xav ku behsa şandina wê tê kirin bi bêcî û dûr ji riya kerta taybet ve bi bihayek remzî bi qaçaxî tê firotin, û piştre yan ji Xaneqînê ve yan bi awayekî qaçax û bê haydariya me li herêma Kurdistanê ve bo derve tê şandin, ku em berpirsê wê nîne, hikûmeta Bexdayê berpirsê wê ye”.

Di berdewamiya axaftina xwe de Hewramî wiha diyar kir, “Derketina vê behsa di rewşa niha de meremên din li pişt e, çima behsa wan xortomên petrolê nakin ku li başûrê Iraqê bo Abadanê tên şandin, û rojane 100 hezar bermîl petrol bo Îranê tê şandin, ew dixwezin aboriya herêma Kurdistanê têk bidin”.

Hewramî balkişand û wiha domand, “Ew rapora nivîskî ji rastiyê dûr e, ji ber ku bi tu awayekê petrola xav ji herêma Kurdistanê der naçe, tu tişteke me nepenî nîne, ez dibêjin bila biçin ser sinoran û pirsyarê li tankerên barhilgir bikin ku barê wan petrola xav e yan berhemên petrolê ne”.

Ji hêlek din peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd ji AKnewsê re wiha destnîşan kir, “Ew nûçe ji rastiyê dûr in û bê bingeh in”.

1’ê hezîrana sala 2009’an hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bo yekem car petrol bo derve şand.

 

Back to top button