Kultur

Program û daxuyaniya konferensa Colemêrgê

Di sedsala 21’ê de ziman û wêjeya kurdî

Her ziman bi xwe ji dîroka milletan cuda tev bigerre jî bi kesên ku bi wî zimanî dipeyivin ve dijî. Zimanê kurdî, îroj zimanekî weha ye ku li gellek welatên ji hevdu gellekî cuda tê axavtin û pêşketin û bikaranîna wî jî li gora wan welatan diguhere. Ev guherîn û cudahîyên ku di navbera beş an jî welatên ku kurdî lê zimanekî zindî ye de tên dîtin, bêguman ji ber gellek sedeman peyda dibin ku rewşa wan welatan ya siyasî û civakî di nava van sedeman de ya herî giring e.
Bivê nevê, li her warê ku lê tê axavtin, zimanê kurdî ji xwe re dîrokeke taybetî ava kiriye û zarava û devok bi awayekî gellekî zelal jîndar in ku ev rewş ji bo lêkolînerên zimannasî û wêjeyê warekî gellekî dewlemend dide peydakirin.
Digel vê dîroka xwe ya taybetî jî, zimanê kurdî yê ku nêzî bi milyonan însan pê dipeyivin, wêjeyek ava kiriye û ji Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanî û Nalî heta bi Mahmûd Baksî û Mehmed Uzun û Goran û Hejar Mukriyanî, bingehê wêjeyeke xurt daniye û îroj li ser wî bingehî milkekî dewlemend tê avakirin.
Di demeke weha de ku qiymetê zimanê kurdî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bilindtir dibe, nîqaş û çalakîyên di warê Kurdolojiyê de, çi semîner çi konferans, zêdetir dibin û kurdî teva wêjeya xwe êdî ji malan derdikeve û bi awayekî serbest di warê îdarî û akademîk de jî tê bikaranîn. Lê belê, weke ku tê zanîn, li Rûsyayê, li Ewropayê û li hin welatên Rojhilata Navîn, ziman û wêjeya kurdî berê jî bûne cihê lêkolînên giranbiha, digel ku van demên dawîn êdî behsa wê dibe ku li Turkiyeyê jî ev lêkolîn bi rêya zanîngehan ve werin kirin.
Lê gelo ev bingehê ku em behsa wî dikin çawa hat danîn, li ser wê milkekî çawa tê avakirin?
Rewşa ziman û wêjeya kurdî îroj çi ye?
Li gora lêkolîneran çi taybetmendîyên wêjeya kurdî hene ?
Zanîngeha Hekkarîyê bi van pirs û pirsgirêkan, rojên 16, 17 û 18’ê tîrmeha 2010’an, konferanseke mezin ya sê rojan li dar dixe û bi vê armancê, lêkolîner, akademîsyen û nivîskaran li Culemêrgê dicivîne.
Me hewil da ku ji her welatê ku kurdî lê dijî mêvanek hebe û ji her warên lêkolînên li ser ziman û wêjeya kurdî jî lêkolîner hebin.
Navê konferansa me di sedsala 21’ê ziman û wêjeya kurdî ye û zimanê konferansê bi tenê kurdî ye.
Culemêrg warê mîran, dengbêjan û dewlemendîyeke zimanî û wêjeyî ya ecêb e.
Em li hêvîyê ne ku hemû miraqdarên ziman û wêjeyê, xwendekar, lêkolîner, nivîskar û heyranên zimanê kurdî werin Culemêrgê.

Prof. Dr. Ibrahim Belenli
Serokê Zanîngeha Hekkariyê

 ——————————————
Programa Konferansa Çolemêrgê

15 tîrmeh (temmuz) 2010
15 : 00 Vebûn û danasîn
16 : 00 Dîwana dengbêjên herêma Colemêrgê
 
 16 tîrmeh (temmuz) 2010

Sibe
Başkan: Îbrahîm Seydo Aydogan
10 : 00 Reşo Zîlan: Xebata koma Kurmancî û pirsa standardîzekirina zaravayê kurmancî
10 : 40 Samî Tan : Rewşa zimanê kurdî li Turkiyeyê
 
Navbir
 
11 : 30 Mueyed Teyib : Giringiya zimanê dayikê di perwerdehî û fêrkirinê de 
12 : 10 Behroz Şucaî : Zimannasîya kurdî
 
Piştî nîvro
Başkan: Kadrî Yildirim
14 : 00 Selîm Temo Ergul : Di sedsala nû de akademî û ziman û wêjeya kurdî
14 : 40 Halkawt Hakem : Edebî diwpenê û xwînerî sibey
15 : 20 Suleyman Çevîk : Kovargeriya kurdî
 
Navbir

16 : 10 Huner Selîm : Li ser sînemaya kurdî
16 : 30 Yilmaz Ozdîl : Temsîla Kurdan di sînemayê de
 
Navbir
 
17 : 20 Arjen Arî : Helbesta kurdî, ji do heta îroj
18 : 00  Feratê Dengizî : Enstîtuya Kurdî û xebatên wê
 
Êvar: 
 Fîlm:
Utopya, Sait Ferat Okçuoglu, (kurtmetraj 6’)
Kilometre Zero, Hiner Selîm, (dirêjmetraj 96’)
 
17 tîrmeh (temmuz) 2010

Sibe:
Başkan: Selîm Temo Ergul
 
10 : 00 Celîlê Celîl : Diyaspora û rewşên giring ji bo pêşxistina wêjeya kurdî
10 : 40 Eskerê Boyik : Niherîneke kurt li Wêjeya Kurdên Sovyetê
 
Navbir
 
11 : 30 Haşim Ahmedzade : Romana kurdî piştî 75 salan
12 : 10 Roşan Lezgîn : Di kirmanckî (zazakî) de pêşdeçûna hunera çîrokê
 
Piştî nîvro:
Başkan: Îhsan Colemergî
 14 : 00 Îbrahîm Seydo Aydogan : Romana kurdî û vegotina nûjen
14 : 40 Ehmed Huseynî : Derbirîna kurdî ya helbestê
15 : 20 Ronî War : Çîroka kurdî ya modern
 
Navbir
 
16 : 10 Ergîn Opengîn : Bizava wergerê di şêwezarê kurmancî de
16 : 50 Kawa Nemir : Wergera helbestê
 
Navbir
 
17 : 45 Dîwana Dengbêjan 
 Dengbêj Zahiro
 Dengbêj Şakirê Kopê
 Dengbêj Xenîyê Beyro
 Dengbêj Sebrî Agirî
    
18 tîrmeh (temmuz) 2010
 
Sibe:
Başkan: Samî Tan
10 : 00 Kadrî Yildirim: Ahmedê Xanî û rastiya Kurdan
10 : 40 Ferhad Pîrbal : Mela Mehmûdê Bayezidî
 
Navbir

11 : 30 Ferhad Şakelî : Taybetmendiyên helbesta Melayê Cizîrî yên estetîkî
12 : 10 M. Xalid Sadûnî: Feqîyê Teyran jiyan û berhemên wî
 
Piştî nîvro:
Başkan: Halkawt Hakem
14 : 00 Husên Arif : Serboriya çîrok û romanê
14 : 40 Letîf Helmet : Serboriya helbestê
15 : 20 Bavê Nazê : Serboriya çîrok û romana kurdî
 
Navbir
 
16 : 10 Îhsan Colemêrgî : Serboriya romanekê
16 : 50 Tahîr Yaşar : Wêjeya kurdî ya devkî
17 : 30 Ahmet Aras: Dengbêjîya kurdî
 
Navbir
 
18 : 20 Dîwana Helbestan 
Ehmed Huseynî
Ferhad Pîrbal
Letîf Helmet
Selîm Temo Ergul
Kawa Nemir

 Êvar:
Stund-up`a kurdî: Murat Batgî

 

Back to top button