Hewramî: Boriyeke din a petrolê di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê

Aştî Hewramî wezîrê çavkaniyên xwezeyî yê herêma Kurdistanê diyar ku, heta dawiya îsal Herêma Kurdistanê dikare rojane 400 hezar bermîlên neftê bişîne derve. Hewramî her wiha da zanîn ku, dê boriyeke din a petrolê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bê çêkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, wezîrê çavkaniyên xwexeayî  Aştî Hewramî di konferanseke enerjiyê ya li Stenbolê de eşkere kirye ku,  Herêma Kurdistanê niha rojane 300 hezar bermîl petrol dişne derve û got:

          Di heyama 18 mehên bê de dê boriyeke din a petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bê çêkirin ku bi vê yekê Herêma Kurdistanê dikare rojane 2 milyon bermîl petrolê bişîne derve.

Hewramî eşkere kir ku şeş bîrên din yên neftê hatine dîtin û bi vî awayî berhema petrola Herêma Kurdistanê heta dawiya îsal dê bigihîje 400 hezar bermîl di rojekê de. 

Wezîrê samanên xwezayî ragihand ku, hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê serbixwe be û bi hêla hinartina petrola Iraqê ve nayê girêdan û wiha got:

          Hêla hinartina petrolê ya Herêam Kurdistanê dê bi hêla petrolê ya Kerkûk-Cêyhanê ve bê girêdan.

Hewramî diyar kir ku eger hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi Iraqê ve bê girêdan wê çaxê Herêma Kurdistanê dê rojane hezar bermîl petrol zirar bike. 

Şîrketa Genel Enerjî ya Tirkiyê ku li Herêma Kurdistanê petrolê derdixe, çend roj berê ragihandibû, boriya hinartina petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bidawî bûye. 

 

Boriya neftê ku ji devera Teq Teq dest pê dike heta ser sînorê Bakûrê Kurdistanê didome û dirêjiya wê jî 281 km e.

Nerîna min :