Cîhan

Hewramî: 40 kompanî ji 18 welatan di warê patrolê de dixebirtin

Aştî Hewramî wezîrê samnên sirûştî yê hikumeta herêma Kurdistanê beşdarî di konfiransa salaneya rêkxistîya CERA ya taybet bi enerjiyê li cîhanê li wîlayeta Teksas ya Amrîkayê de kir. 

Di konferansê de ku, hejmakek mezin ji nunerên welat û kompanîyên deranîna neftê û gazê beşdar bûn, Aştî Hewramî peyvek pêş kêş kir û têde ronî xiste ser rewşa berhemanîna neft û gazê li Kurdistanê. Hewramî behsa sîyseta hikûmeta kurdistanê ya di warê neft û gazê de kir û ragihand ku, niha 48 kompanîyên taybet bi derxistina neft û gazê ji 18 welatên cuda yên cîhanê li Kurdistanê kar dikin û 70% jî ji an çûrket û kompaniyan di karên xwede serket bi dest xistiye.

Aştî Hewramî herweha xûyakir ku, ji ber wê sîyaseta serketî û rast a hikumeta herêma Kurdistanê, sektora patrolê li Kurdistanê ji  sifirê dest pêkir û niha dikare 175000 bermîlên nefta xav di rojekê de berhem bîne:

Eer em bivî awayî weha berdewam bin di îsal de di rojekê de 400000 bermîlên neftê dikarîn derbînîn û pilan hey heta sala 2014 asta deranîna neftê li herêma Kurdistanê bigehînîn yek milyon bermîl û di sala 2019ê de  jî bigehînîn du milyon bermîl di rojekê de. 

Wezîrê samanên xwezayî di berdewamiya axavtina xwe de behsa zengînîya herêma Kurdistanê bi gaza sirûştî kir û ragihand ku, rêjeya 100 ta 200 tirilyon pêyên çargoşe heye û niha beşek hatîye berhem anîn jibo wêtisgehên elîktirîkê  û pêwîstîyên hundir û beşeke din jî jibo pirojektên kargûzarî tê bikaranîn 

Konfiransa CEAR yek ji wan konferasa ye ku her sal li Amrîka tê sazkirin û hejmareke mezin ji nunerên welatên cîhanê, pispor û şehrezayên warê enerjiyê û kompanîyên taybet bi derxistina nefê beşdaryê têde.

Back to top button