Polîtîk

2 milyon dolar bo teslîmkirina serkirdeyên PKKê

 

Wezareta karên navxwe ya hikûmeta Tirkiyeyê xelatek bi nave (xelatê tekoşîna li dijî terorê) amade kiriye û li gor nûçeya malpera InternetHaber a tirkî, wezareta navxwe ya hikûmeta Tirkiyeyê ew bername bi fermî îlan kiriye.

Li gor wê xelatê, wezareta navxwe her kes û aliyê alîkariya hikûmetê ji bona girtina serkirdeyên PKKê bide, dê 4 milyon lîre yên tirkî (2 û nîv milyon dolarên amerîkî) bê xelat kirin.

Wezareta navxwe a Tirkiyeyê lîsteke bi nave 50 serkirdeyên PKK weşandiye ku di nav wê lîstî de nave Murad Qarayilan, Cemîl bayîk, Naman Hisên, Reza Alton, Duran Kalkan, Mistefa Qeresor, Osman Ocelan, Nîzamedîn Taş (Botan), Elî Heyder Qeytan, Zubeyr Aydar û Numan Çarîş heye.

 

Back to top button