Civak

Hewlêr û Diyarbekir nêzingtir dibe

Li ser daxwaza zêde û pêdiviya nêzîka 200 şirketan, biryar e di demeke nêzîk de geştên esmanî yên navbera Hewlêr-Diyarbekirê dest pê bikin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Odeya Bazirganî ya Diyarbekirê ji BasNewsê re got: ‘’Em niha di pêngavên dawî de ne daku geşta esmanî ya navbera Diyarbekir û bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê dest pê bike. Evna jî li ser daxwaz û pêdiviya zêdeyî 180 şirketên Tirkî, Kurdistanî û İraqî ye ku dibe xeteke bazirganî û gehandina geştyaran.’‘

Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Pisgirêka serekî di vê projeyê de ew e ku firokexaneya bajarê Diyarbekirê navxweyî ye û di warê şiyan û yasayî de jî çênabe geştên navdewletî lê bên kirin. Lê niha bi biryara hikûmeta Tirkiyê û piştî rêkeftina wê ligel hikûmeta Kurdistanê, geşt bi navê navxweyî tên danîn heta di dahatû de firokexane tê berfirehkirin û bi fermî dibe navdewletî.

(Basnews)

Back to top button