Civak

Ak-Parti jî bi kurdî propagandê dike

Li Diyarbekir û hinek bajarên din yên Kurdistana Bakur di pêvajoya hilbijartinan de propagande zimanê Kurdî tê kirin. Ak-Parti jî liDiyarbekirê dest propaganda bi zimanê Kurdî kir.

Berendamê şeredariya mezin a Diyarbekirê Galip Ensarîoglu û berendamên din yê AK-Partiyê afîşên Kurdî daliqandin.

Bê guman ev gelekî balkêşe. Hêja hinek qedexe li ser zimanê kurdî hene. Lê li himber vê yekê jî karanîna zimanê Kurdî di hilbijartinan de gelek girînge.

 

Ji xwe dema berendamên hemû partiyan li gundan û li nav gel digerin û civînên gelêrî pêktînin mecburin bi Kurdî biaxêvin.

Back to top button