Civak

Hewleke terorîstî li Hewlêrê hat pûçkirin

Îro di daxuyaniyekî de ajansa parastina asayîşa Kurdistanê Parastin ragihand ku, hêzên asayîşa giştî  hewldaneke terorîstî ku, bajarê Hewlêrê kiribû armanca xwe, pûç bikin.

Di daxuyaniya han de hatiye ku, di şeva 30 li ser 31ê vê mehê careke din grûpên terorîst dixwestên ku, li bajarê Hewlêrê dest bi kiryarên terorîstî bikin û rewşa  bajêr û welatiyên  têk bidin. Ji aliyê terorîstan ve madeyên teqemenî bi maşînekî ji cure Pickup re, bêyî ku heya xwediyê erebeyê ji hebe, hatibû zelqandin ku, di nav bajarê Hewlêrê de biteqe, lê beriya ew  erebe bi rêya Kerkûk-Hewlêrê bigehêje Hewlêrê ji aliyê tîmên asayiş û dijeterorê ve hat pûçkirin.

Di dawiya daxuyaniya de tê gotin ku, hêzên asayîşê careke din soz didin welatiyên Kurdistanê ku, bi şev û roj bixebitin û bi ti awayî derfet nadin ku, terorîst rewşa Kurdistanê aloz bikin.

Back to top button