Polîtîk

Gul dê serdana Kerkûkê bike

Parlamentereke parlamentoya Îraqê ser bi lîsteya Tirkmenan ve diyar kir ku Ebdula Gul serokomarê Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 12 hezîranê dê serdana bajarê Kerkûkê bike.

Jale Neftçî endama parlamentoya Îraqê ser bi lîsteya tikmenan ve di daxuyaniyekê de bi xendanê got:
– Ebdula Gul serokomarê Tirkiyeyê di civîna bi heyeta parlamenterên parlamentoya Îraqê rek u ez bi xwe jî degel da bûm, got ku ew dê piştî hilbijartinê 12 hizîranê serdna bajarê Kerkûkê bike û dê şandeyeke mezin a karsazên tirk bi xwe re bîne.

Jale Neftiçî got ku di civîna bi Gul re, Gul zoda ku dema serdana kerkûkê dike dê hijmareke nûnerên şirket û kompaniyên tirk ku
sermayerazandinaê li wîlayeta Kerkûkê bikin bi xwe re bîne.

Back to top button