Hisên: Serok Barzanî beşdarî civînê nabe
Hewlêr: Jêderek ji serokatiya herêma Kurdistanê eşkere kir ku, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarîyê di yekem civîna pêncterefî ya navbera partiyên oposizyon û desthilatê de nake.
Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê ji AKnewsê re got:
– Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna navbera desthilat û opozisyonê de ku, biryare roja şemiyê li Hewlêrê pêk bê beşdar nabe.
Hisên diyar kir ku civîn dê di bin çavdêriya tu aliyekê de nayê lidarxisitn, nûnerê serokê herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê nabe.
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêkên aliyên siyasî yên Iraqê de jî got:
– Heta niha di çarçoveya pêşniyarên serokê herêma Kurdistanê de, cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês di civînên aliyên Iraqî de beşdar dibe.
Fuad Hisênew yek diyar kir ku di civîna serkirdeyên îraqî de, dê serok Barzanî jî beşdar bibe, lê heta niha dem û cihê civînê nehatiye destnîşankirin.