Polîtîk

Hewldana Partiya Kurdistanî 8ê Adarê pîroz kirin

8 Ê ADARÊ JI ALIYÊ HEWILDANA PARTIYEKE KURDISTANÎ VE LI  AMEDÊ HATE PÎROZ KIRIN

8 Adarê ji aliyê Hewldana Partiyeke Kurdistanî(HPK) ve bi coşeke mezin hate pîroz kirin.Nîvro seet 12 an pê ve jinên dor û bera HPk ê hatine Buroya HPk ê ya Amadê.Beşdarên pîrozbahiyê ji aliyê Endama Meclîsa HPK û berdevka grûba Jinan  ya HPK Nazlı Ayaz û Nesrîn Askar ve hatine pêşîvazî kirin.Ji sset 12 an heta 15 an nêzî 100 jin beşdarî kokteyla 8 adarê bûn.Pîrozbahî bi stranên Kurdî û bi axaftinên di derbarê pirsa jinê û rola jinê ya di têkoşîna neteweyî de berdewam kir.Paşê di seet 15 an de Nazlı ayaz li ser nave HPK ê daxuyaniyek xwend.Bi kurtayî di daxuyaniyê de ev hatine gotin:

 “Li vê cîhana ku hinek welat bi 100 hezar nifûsa xwe bûne dewlet, milletê Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê, hê bi 25 milyon nifûsa xwe ji mafê perwerdeya zimanê zikmakî bêpar e. Em jinên Kurd, ku ji wan 25 milyonan nêvî jê em in, carek din 8 ê Adarê pîroz dikin.

Ji bo Kurd karibin dewleta xwe li ser xaka xwe damezrînin, ji bo paraztina mafê çarenûsî, dive em hemû jinên Kurd û Kurdistanê dengê xwe bilind bikin

 

Ji bo rêzgirtina tekoşîna xîretane ya ew kesayetiyên dîrokî yên wek Hafsa, Besê û Gulnaz xanimê, ya Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekîye Alkan û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê em têkoşîna xwe bi serbilindî didomînin.

Jin parçeyek ji tekoşîna azadîya civakê ye. Ji bo azadîya xwe, herweha ji bo azadîya her ferdên civakê (bêyî ku em ferqê têxin navbera ol, mezheb, cins, nîjad û rewşa wî/wê ya sosyal), dive em cihê xwe de têkoşîna neteweyî de bigirin

Heta wekhevîya jin û mêr pêk neyê, civak azad nabe. Ji bo carek din em vê rastîyê raxin ber çavan, dive em wek jin di nava civata xwe de dengê xwe bilind bikin……… 

Bijî tekoşîna jinan a hevpar ya ku li gel hemû rengên civata Kurd û Kurdistanê re ji bo wekhevî, azadî, dadmendî û demokrasîyê tê meşandin’’  

Piştî daxuyaniya çapemeniyê,Grûba Jinan ya HPK  ji buroya HPK ê heta ber bînaya ACZ ê meşek li dar xistin.Di vê meşê de jinên Grûba HPK ê  ji kolana sennetê heta ber ACz ê qerenfîl belav kirin.Her jineke ku rastî vê meşê hatin bi geşî pêşîwazî kirin.Û bi wergirtina qerenfîlan bi hestiyarî û bi coş dîyalogên germ di navbera grûba jinan ya HPK ê û jinên di caddeyê de digeriyan peyda bû.08.03.2014

Back to top button