Hewldan pîrozbahiya Mehsum dikin
Em Serokkomarê Iraqê Rêzdar Dr. Fûad Mahsûm pîroz dikin
Serokkomarê Iraqê Rêzdar Dr.Fûad Mahsûm Îro li Parlemena Iraqê hate helbijartin.
Rêzdar Dr. Fûad Mahsûm di demeke gelekî girîng û hesas de hate helbijartin. Ji aliyekî ve Parlemena Kurdistana Iraqê, jibo referanduma serxwebûnê komîsyonek helbijart; ji aliyekî ve jî Serokkomariya Iraqê careke din wekî para Kurdan hate hilbijartin.
Em hêvî dikin ku, bi yekgirtin û hemahengiya hemû hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê, dê miletê Kurd , Serokkamariya Iraqê jî di rêya serxwebûna Kuristanê de weke pêngavekê, weke destkeftinekê bikaribe bikarbîne. Em serokkomariya Rêzdar Dr. Fûad Mahsûm bi hestên neteweyî pîroz dikin.
Bi vê minasebetê jî, em kêfxweşî û şanaziya xwe ya di derbarê vegera Rêzdar Mam Celalî Talabanî jî bi gele xwe re parve dikin.Hêvî dikin, sihheta Rêzdar Mam Celal Talabanî dê baştir be û dê rola xwe ya di yekrêziya miletê Kurd de bi awayekî geştir pêk bîne.Di demeke ewqas dîrokî de, em bawer dikin ku Rêzdar Mam Celal Talabanîyê sihheta wî baş, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, careke din dê roleke dîrokî bilihîze û bi hemahengiya hemû rêberên miletê Kurd dê Kurdistan biber serxwebûnê ve meşa xwe bidomîne.24.07.2014
Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî Hewldan