Berendamê HDPê yê serokkomariya Tirkiye Selahattin Demirtaş xwe wek berendamê kurdan nabîne.
Demirtaş dide xuyakirin ku ew berendamê gelan e. Herweha HDP bi xwe ji bo PKK wek partiyek a kurdan neyê dîtin hatiye damezirandin. Wek din gelek nivîskar û kesayetên Tirk bi xwe pişgiriyê didin Demîrtaş ji bo ku ew xwe ne wek berendamê Kurdan dibîne.
Di rasya xwe de jî Demirtaş ne berendamê Kurdane. Eger li Bakur kurd tenê PKK û derdora wê be hingê gotubêjek din tê kirin.Dema hinek rewşenbîrên kurd Demirtaş wek berendamek yê Kurdan bibînin ji berî her tiştekî nakokiyê bi xwere dikin û piştre ji derê PKKê tu aliyek din kurd qebûl nakin.
Ew bivin nevin xizmeta siyaseta entegrasyonê dikin. Ji bo vê yekê divê hinek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd şermê nekin û vekirî û raste rast pişgiriya HDPê bikin. Ji xwe pişgiriya Demirtaş pişgiriya HDPê bi xwe ye.
Ew rewşenbîr û siyasetmedarên Tirk ku pişgiriya Demirtaş dikin û di medyayê de wesfê wî didin tênê li dijê Tayib Erdogan û AK-Partiyêne. Yanî bi awayek din dijitiya Erdogan dibe sedemek bingehîn hinek di siyaseta Tirkiye de pişgiriya xwe ji bo Demirtaş didin xuyakirin.
Ji bilî PKKê gelek partiyên din yên kurd hene. Ew partî her çikas hêza wan wek PKKê nebê jî lê kurdin û Kurdistanînê. Ferqa wan ya herî mezin ji PKKê nirxên netewî diparêzin. Dema siyasetmedarek kurd bêje Demirtaş berendamê kurdaye, ev neheqiyeke ji bo aliyên din yên siyasî.
Eger BDPê yan jî PKKê li gel aliyên din yên siyasî platformek avabikira û hemû partî û rêxistinên kurdan di nav xwe de li ser mijara hilbijartinan tifaqek pêkanîbûna û Demirtaş berendamê vê tifaqê bûya dê hingê mirov dikariya bêje Demirtaş berendamê kurdane.
Wek din ji Demitaş bi xwe bipirsin ka ew berendamê kiye? Demirtaş xwe berendamê hemû gelên Tirkiye dibîne.
Ji aliyek din ka axavtinên Demirtaş yên di propaganda xwe de dikê binêrin. Gelo Demirtaş çi dibêje? Demirtaş ji pirsa kurd behtir behsa demokrasiya Tirkiye dike. Kaşo wê demokrasiyê bîne Tirkiye.
Li Tirkiye hinek aliyên çep û Kemalist jî pişgiriya Demirtaş dikin. Niha Demirtaş bi xwe jî dizanê ku nayê hilbijartin. Lê helwestek siyasî li gora bîr û baweriya PKKê bûye berendam.
Bi awayek din dijitiya Erdogan nabê sedemê pişgiriya Demirtaş.
Dema HDP hate damezirandin û prosesa tevlîbûna BDPê ya HDPê destpêkir, Demirtaş di daxuyaniyên xwe de li dijê vê projeyê bû. Vekirî da xuyakirin ku ew hêdî siyaseta ku bê hilbijartin nake û hevserokatiya HDPê de jî cih nagire.
Gelo çi bo di cih de her gotar hate ji bîr kirin ku Demirtaş tişta jê hatî xwestin kir. Kesên li himber xwe ne serastbin dê nikaribin li himber doza miletekî jî serastbin.
Divê pîvana berendametiya kurdan xwedî derketin û rêzgirtina nirxên netewî yê Kurdistanî be.
Bê guman mafê her rêxistinek, kesayetek, siyasetmedarek û rewşenbîrek kurd heye li gora daxwaz û siyaseta xwe, pişgiriya Demirtaş yan jî Erdogan bike. Mafê herkesekiye hilbijartinan protesto yan jî boykot bike. Mafê herkesekiye pişgiriya Ekmeleddin Ihsanoglu bike. Mafê herkesiye ku xwe di prosesa hilbijartinên serokkomariya Tirkiye de nebîne.
Lê kî, yan jî kijan aliyê siyasî çi helwestê deynê holê bila duristbin û ji bîrûbaweriyên xwe bingeh bigrin. Nabê siyaset bi şermî bête kirin.
25.7.2014
Dara Bilek
Le tu Tu Tereftare Keyi? bi Rez Salhaddin Demirtas bi Pratika xwe.xwe ispat kiriye.le in wek we Gavaki Erd Silbe di Hole Tuneyin. demaku Hinek ji wera Alane Vek hun derdikeve en heri bi Doze ve Gireyai hun Erisi wan Dike. Ka Ujdan? Ka Keremeta Netewayeya Kurditiye? Ka Cahbe Heqiqete Bibine? Ka Guhe Bibihize u Dile His Bike?
Selaheddin ji hemi kesi zêdetir beer dame kurdane, tu ji dizani, pir bash tu wê rastiyê dizani, lê tu nikarî wê rastiyê bini ziman ji ber ku tu mecburi ji bo Erdoxan propaganda biki. Hun bi hevra kar dikin. Mebesta min PDK U AKP ye. Ji xwe her kes dizane ku Hun u yên mina we ji Bo wan kar dikin. Demitash bi shêweyeki pir wekiri ji gelê xwe dixebite. Mixabin, berêz demirtash kurdê min te hene. Kurmê darê ji darê ye!!!!!