Polîtîk

Hevpeymaniya Kurdistanî xwe ji kombûna ev roja Parlemantoya Iraqê vekişand

Jêderekî agahdar da xuyakirin, ku nakokî li ser çend xalan di navbera endamên hevpeymanîya kurdistanî û endamên parliyamenta Iraqê de çê bû.

Di encama evê nakokîyê de endamên hevpeymanîya kurdistanî ji kombûna parliyamentê vekişiyan.

Li angora evî jêderî, evroj di kombûna parliyamenta Iraqê ya giştî de, gengeşe li ser çend pirsan hatiye kirin û nakokî çê bûn.

Yek ji ewan pirsên ku nakokî li ser çê jî bûn, pirsa budceya giştîya sala 2011 e û ji ber evan nakokîyên han, lîsta hevpeymanîya kurdistanî jê vekişiya.

Evî jêderî ji bilî evê çendê, ti pêzanînên din pêşkêş nekir.

 

PNA

Back to top button