19’ê Berfanbar
19’ê Berfanbar
Di sala 1978’an û di rojekî wekê îroyê de li Meraşê li dijî Kurdan êrîşên hovîtî destpêkir û di encamê de ji 100’î zêdetir kes mirin, nêzîkî 200 kes birîndar bûn û 300 xanî û dikan jî hatin rûxandin.
Li Tirkiyeyê, bûyera Komkujiya Maraşê ya ku sedema herî girîng ji bo pêkhatina derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’ê bû.
“Qetlîama Meraşê” ku di sala 1978’an de, pêk hat û di wan êrîşan de ji 100’î zêdetir kes mirin, nêzîkî 200 kes birîndar bûn û 300 xanî û dikan hatin rûxandin.
Di dema komkujiya Meraşê de partiya CHP desthilatdar û Bülent Ecevît jî serokwezîrê Tirkiyeyê bû. Piştî bûyerê Wezîrê Nevxweyî yê Tirkiye İrfan Ozaydinli di daxuyaniyê xwe de ji bo bûyeran destnîşanê rêxistinên çep kir lê ji ber vî jî ji aliyê gelek sazî û rêxistinan ve bi awayekî tund hatîbû şermazarkirin û di dawiyê de jî ji neçarî ji wezaretiyê xwe îstîfa kir.
Bulent Ecevît di derbarê komkujiyê de da xuya kir ku ‘Ev bûyerên xirab ji aliyê kesên ku dixwazin rewşa awarteyê pêk bînin ve hate destpêkirin.
Ji ber bûyerên Meraşê li bajarên wekî Amed, Îzmîr, Stenbol û bajarên li ser sînorên Rojhilat, Rojava û başurê Kurdistanê rewşa awarteyî hate rojevê û di 26’ê Berfanbarê û sala 1978’an de li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Meraş, Edene, Xarput, Çewlik, Erzirom, Erzîngyan, Dîlok, Qers, Meletî, Sêwas û li Rihayê rewşa awarte hatiye îlan kirin.