Polîtîk

Kongreya PDK-ê qediya

Doh êvarê, di roja dawîya kongreya Partîya Demokrata Kurdistanê de, serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, ku kongreya 13-ê ya PDK-ê dawî hat.

Serokê Kurdistanê yê ku dîsan bû serokê Partîya Demokrata Kurdistanê da xuyakirin, ku kongireya 13-ê serkeftî bû. Barzanî spasîya hemû alîyan kir û daxwaz ji endamên serokatîya nû kir, ku ew bikevin di nav gel de û têkilî civatê bibin.

Barzanî, ji bo wan kesên ku ji bo serokatiya partiyê bûyîn berendam û nehatîn hilbijartin got, ku ne deng, belê dîrok şahidê xebat û têkoşîna wan e.
Piştî hîngê, serokê herêma Kurdistanê medalyaya Barzanîyê nemir pêşkêşî çend endamên serokatîya PDK û hevalên xebatkar kir.
Di dawî jî de, çend hunermendan hunerê xwe pêşkêş kirin û ev kongre, weha bi xweşî û şadî bi dawî bû.

Back to top button