Polîtîk

Hevkarî: 30saliya FKKSê pîroz be

Duhî li bajarê Stokholma paytexta Swêdê, 30saliya Federasyona Komeleyên Kurdistanî Li Swêdê hat pîroz kirin. Di şahiya pîrozkirinê de çend gotar hatin pêşkeş kirin. Yek ji wan gotaran ya Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd û Kurdistanî (Hevkarî) yê bû û ev li jêr teksta gotarê:

Gotara Komiteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê ji aliyê berpirsê Hevkariyê Şefîk Kaya ve hate xwendin.

Rêzdar serokayetî û kadirên hêja yên FKKSê!
Rêzdaran nûnerên rêxistinên siyasî û demokratîk!
Mêvanên qedirbilind!
Amadebûyên hêja!
Bi rêz û silavên germ hûn hemû bi xêr hatine!

Hêjayan,
Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê dike, gelek kêfxweş, dilşad û serbilind in ku dezgeheka kurd ya demokratîk û netewî bi xebatên hêja, bi nimûneyên xebata bêhempa gihiştiye sihsaliya xwe.

Sihsaliya Federasyona Komeleyên Kurdistanê ango sih salên xebata demokratîk, aştiyane û netewî li hemû kurdên Swêdê, li tevgêra rizgarîxwaziya Kurdistanê û li neteweyê kurd pîroz be!

Bêguman, FKKS bi xebat û beşdariya kurdên ji herçar beşên Kurdistanê serkeftî bûye, ew di warê  xebata kurdan ya demokratîk de, di warê xebata lobiya kurdî de û nemaze di warê danasîna miletê kurd û doza miletê kurd ya rewa de xebatên gelek hêja kirine. Federasyona kurd dê di dîroka têkoşîna neteweyê me de, dê cihekî hêja û layiqa xebat û navê xwe werbigre.

Ne tenê kurdên Swêd û yên Ewropayê, lê yên herçar beşên Kurdistanê jî, di her delîveyê de piştgirî dane FKKSê û bawerî bi kar û xebata wê anîne, Federasyona kurd weke nûnerayetiya kurdan qebûlkirine.

Rêzdaran!
Sih sal berê, kurdên welatperwer yên ji herçar beşên Kurdistanê ji xwe re FKKSê  wek Mala hemû Kurdan damezirandine.

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî jî  FKKSê weke mala hemû kurd û kurdistaniyan dibîne.

Federasyona kurd, bi pirrengî û bi pirrdengiya xwe, nimûneyeke civata kurd e. Jiber hindê, kurdên ji beşên cuda yên Kurdistanê bi jin û mêr ve, digel keç û xortên kurd, ji zaravayên cuda, ji ol, mezheb, siyaset û ji îdeolojiyên cuda hemû bi hev re, bi fedakrî, di binê sîwana vê Mala Kurd de, ji bo serkeftina neteweyê xwe li penaberiyê têkoşîn dane.

FKKSê, ji bo danasîna doza rewa ya Neteweyê Kurd, herweha ji bo ku Neteweyê Kurd li ser xaka Kurdistanê bigihîje mafê çarenûsa xwe û di warê xebata zimanê kurdî de, xasma di warê çand û folklorê de gelek xebitên serkeftî kiriye.

Di van sih salên xebatê de FKKSê bi rêxistinên swêdî yên siyasî, demokratîk û bi yên parastina mafên mirovîn re pewendiyên hêja danîne ku ji bo dîplomasiya kurd serkeftin û dewlemendiyeke mezin e.
Ew di warê demokrasiya navxweyî û di warê perwerdekirina kadirên hêja de jî nimûne ye.

Li Swêdê, FKKS yekemîn federasyon e ku digel xebata û çalakiyên întegrasyona bi civata Swêd re, bingeha netewayetiya xwe parastiye.
 
Me bi navê Komîteya Hevbeş digel FKKSê û hevkarên xwe yên din xebatên hêja kirine. Em hêvîdar in ku ev xebata me ya hevbeş bi şêweyek nûjentir, bi berbifirehî û bi awayekî çalaktir berdewam bibe.

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî hevkar û piştgirê Federasyona Komeleyên Kurdistanê ye.

Rêzdaran!
Di vê dema ku em bi şahî û serbilindî sihsaliya FKKSê, ango sihsaliya xebata azadî û demokrasiyê pîroz dikin de, li cîhana erebî û li  bakurê Afrîkayê gel azadî û demokrasiyê dixwazin.

Ev demeke ku li van welatan serhildanên gelêrî destpê kirine û hîn jî berdewam in. Li hinek ji van welatan rejîmên dîktator yên bi dehsalan hatine roxandin û li hin welatan jî li ber roxandinê ne.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên kurd û Kurdistanî piştgirê cîhbicïhkirina azadî û demokrasiyê ne. Mirovayetî zêdetir tehemulî rijandina xwîna azadîxwazan nake. Em çareseriya pirsê bi riyên siyasî, di bipêşvebirina azadî û cîbicîkirina demokrasiyê de dibînin.

Ev demek e ku hevwelatiyên Sûriyê jî li dijî desthilatdariya Baasê azadiyê dixwazin. Heta niha bi sedan kes hatine kuştin, bi hezaran hatine girtin. Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî di nav girtiyan de ne û heta niha wenda ne.

Em di vê rewşê de yekîtiya gelê kurd û yekîtiya hêzên siyasî pirr girîng dibînin.
Nemaze qewîkirina yekîtiya hêzên siyasê yên kurdên Sûriyê,  yekîtiya netewî li Rojavayê Kurdistanê di vê demê de  pêwîstiyeke mezin e.

Em wek  Hevkariya Hêzên Siyasî yên herçar beşên Kurdistanê amade ne ku di varî de berpirsiyariya xwe bigrin. Em ji FKKSê, ji hemû dezgehên kurdî yên siyasî û demokratîk û ji her kurdek daxwaz dikin ku ew jî, di vê dema nazik de berpirsiyariya xwe ya li hember gelê me yê bindest yê Rojava bi cih bînin, vê rewşê bi cîhana demokratîk, bi dezgehên navnetewî yên aştîxwaz û yên parastina mafên mirovîn bidin diyarkirin.

Neteweyê kurd, neteweyekî serbilind e, mafên xwe diparêze.
Em ji dîktator û dagîrkeran bexşandina rihmê û dilovaniyê naxwazin.
Em ji bo mafên xwe yên netewî ku hatine binpêkirin, ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo mafê çarenûsa neteweyê Kurd têkoşîn didin.
FKKS bi xebat û têkoşîna sîh salan nimûne ye, heta ku miletê kurd negihîje mafên xwe dê ev têkoşîn her bidomîne.
Careke din em sihsaliya FKKSê pîroz dikin, di xebata û têkoşîna wê ya hêja de, ji wê re û ji hemû kadirên wê yên çalak re serkeftin û serfîrazî dixwazin!

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!

Dige rêz û silav
14.05.2011

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Back to top button