Barzanî: Gelê kurd dixwaze pêwendiyeke xurt digel Almanyayê hebe
Di hevdîtinê de ku berpirsê fermangehê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li Almanyayê amade bûn, xanim Yuta Tisapf xweşhaliya xwe bi vê serdana herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wan guhertinên erêniyên li hemû waran de li Herêmê hatine holê û got ku wekî hemwelatiyeke almanî ew ketiye bin bandora wan guhertinan ku eve jî wiha lê wê dike hewla xurtkirina pêwendiyên welatê xwe li gel Herêmê da bide.
Wê behsa rewşa aramiya Herêmê kir û pîrozbahiyê jî li gelê Kurdistanê kir ku li demeke kurt da karîne wan hemû destkeftan bi dest bînin ku eve jî nîşana wê yekê ye ku daxwazeke bi hêz li cem serkirdayetiya Kurdistanê ve ji bo avadankirin û pêşxistina Herêmê heye.
Birêz Volfgang Tîfnizêş behsa rewşa rastiya îro ya Kurdistanê kir û tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera welatê xwe û herêma Kurdistanê kir û got:
– Serkeftineke mezin li Herêma Kurdistanê hatiye holê û helbet xwediyê vê serkeftine jî serok Barzanî ye. Ez di vê serdana xwe a bo herêma Kurdistanê gihiştim wê baweriyê ku belê li nav Iraqê da cudahiyeke mezin heye û Kurdistan jî bi heq mînakeke pêşketiye.
Serok Barzanî behsa rola xanim Yuta Tisapf kir û got:
– Me pêwendiyeke ji mêjve digel xanim Yuta Tisapf heye, di demek da ku rewşa me bi vî awayî nebû û em di jiyaneke dijwar de dijiyan we alîkariya me kir. Ji bo wê yekê bi navê gelê Kurdistanê, ew gelê ku dixwaze pêwendiyeke xurt digel welatê Almanya da hebe, spasiya we dikim.