Polîtîk

Serokatiya encumena asayişê bû para PDKê

Şûnkarê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Celal Kerîm, ragihand, postê Serokatiya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, dê bibe para PDKê.

pdk LogoCelal Kerîm, ji AKnewsê re axivî û got, postê rêveberiya giştî ya Asayişa Herêma Kurdistanê, bû para YNKê, li hember de, serokatiya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî, bû para PDKê.

Kerîm, wiha axivî, “Post bi vî awayî hatin parvekirin, lê heta niha namzedên wergirtina van postan nehatine diyarkirin.”

Şûnkarê Wezîrê Navxwe, da zanîn, heta niha pirsa rêveberiyan asayişê yên parêzgehan dê wek xwe bimîne û wiha anî ziman, “Li gorî vê, rêveberiya asayişên Hewlêr û Duhokê bo PDKê ne û rêveberiya asayişên Silêmaniyê û Germiyanê jî, bo YNKê ne.”

Ji aliyekî din, Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mihemed Qeredaxî jî, got, “Heta niha bi awayekî fermî ev guhertin ji hikûmetê re nehatiye gotin.”

(AKnews)

Back to top button