
Serok Barzanî bi minasebeta cena Qurbanê peyamek ragihand peyama xwe de dibêje: “Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.”
Peyama Serok Barzanî :
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina Cejna Qurbana pîroz germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.
Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.
Hêvîdar im birayetî û tebayî û pêkvejiyana li welatê me berfirehtir bibe û ev cejna pîroz bibe sedema berqerarbûna aştî û aramiyê li navçeya me û hemû cîhanê.
Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.
Mesûd Barzanî
8ê Tîrmeha 2022yan