CivakRojev

Çeteyên PKKê du zarok revandin

Çeteyên bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê 2 zarokên din li herêma Şehba û taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê revandin.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, rêxistina bi navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” bi armanca ku wê bikin çekdar, zarokeke 14 salî ya bi navê Fatime Rifet Hesen roja 5/7/2022an ji bajarokê Til Rifetê revand.

Diyar kir jî, Fatime Rifet Hesen ji dayikbûna sala 2008an e û ji dê û bavê xwe ve sêwî ye, ew ji gundê Beradê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê û bi mala meta xwe re koçberî bajarokê Til Rifetê bûye.

Heman jêderî da zanîn jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger di destpêka vê mehê de keçika 16 salî Sêvîn Fewzî Hesen ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand.

Diyar kir jî, Sêvîn Fewzî Hesen ji dayikbûna sala 2006an e, ji gundê Kurka yê Efrînê ye û ligel malbata xwe koçberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûye.

Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 300 hezar kes ji Efrînê koçber bûn û hejmarek mezin ji wan li herêma Şehba ya li bakurê Helebê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cih bûn.

Malbatên zarokên revandî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Back to top button