CivakRojev

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo cejna Qurbanê

Bi helkeftina hatina cejna Qurbanê, ez bi germî pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbat û kesûkarên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên mêrxas dikim. Ez hêvîdarim ku em hemû cejn û bêhnvedaneke aram û bextewer derbas bikîn û ev cejin xweşî û aramiyê bi xwe re bîne.

Da ku peyam, wateya mirov û xweşikiya cejnê; gerdenazadî, lêborînî û lêxweşbûnê bikîn derfetek ji bo yekrêzî, biratî û hevdûqebûlkirinê, vekirina rûpelêk nû yê aştî û pêkhatinê û bi hev re ber bi paşerojeka baştir pêngavan biavêjîn.

Da li Iraq û Herêma Kurdistanê vê helkeftê bikîn destpêkek nû ji bo hevkarî û karê hevbeş di navbera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat da, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, derbaskirina dijwariyan û parastina aramî, seqamgîrî û gihiştina bi kenarê aramî û dilrehetiyê.

Cejna we hemûyan pîroz be. Hemû salek bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.07.2022

Back to top button