CivakRojev

Di rojên cejnê de tedbîrên xwe bigirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û ragihand, li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê, hejmara kesên ku bi Koronayê ketine zêde bûye û ji welatiyan xwest ku di rojên cejnê de tedbîrên xwe bigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê 8ê Tîrmeha 2022an bi peyamekê Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Ez bang li welatiyan dikim ku tedbîr û rêkarên tenduristiyê bigirin.”

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên borî de 4 hezar û 399 testên nû yên Koronayê hatine kirin û hezar û 630 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine hatine tomarkirin.

Back to top button