Civak

Hêvî dikim prosesa Hilbijartina bi hizrek niştimanî serbikeve

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir.Mesrûr Barzanî ji bilî pîrozkirina li malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên Qehreman û dezgehên ewlehiyê û mislimanên Kurdistanê û cîhanê, di peyama xwe de daxwaz ji xelk û aliyên Kurdistanî dike, proseya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê bi vîneke niştimanî biser bixin, ku biryar e 30î Îlona îsal birêve biçe.Di peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat: “Bi hatina Cejna Qurbanê, pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên qehreman, dezgehên ewlehiyê û Mislimanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim, hêviya cejneke aram ji her aliyekî re dixwazim.”Herwiha Mesrûr Barzanî nivîsî: “Her bi vê boneyê, daxwaz ji xelk û aliyên Kurdistanî dikin , proseya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê bi vîneke niştimanî biser bixin, bo li kêleka hewlan bibe sedemeke din ji aramî û pêşketina welatê me û bidestxistina wan armanc û hêviyên ku xelkê Kurdistanê çaverêyî wan in.”

Back to top button