CivakRojev

Hêvî dikim ku herkes zimanê Kurdî hîn bibe

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu piştevaniya xwe ji bo kampanya dersa bijarte ya Kurdî nîşan da û got: “Hêvî dikim herkesên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn zimanî Kurdî hîn bibin.”

Di demekê de ku tenê 2 roj dem li pêşiya xwendekar û malbatan maye, seferberiya ji bo tercîhkirina dersên Kurdî yên di çarçoveya dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam dike, piştgiriya alî û saziyên Kurdî bo dersa Kurdî û handana (teşwîqkirina) xwendekaran bo hilbijartina dersa Kurdî her ku diçe zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê twitterê piştevaniya xwe bo kampanya dersa bijarte ya Kurdî nîşan da.

Ahmet Davutoglu di twîta xwe de dibêje: “Hêvî dikim ne tenê ew kesên ku zimanê wan yê zikmakî Kurdî ye, herkesên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn vî zimanê qedîm meraq bikin û hîn bibin.”

Back to top button